H’emû nûçeSereke

Îranê hedefên usa hilbijartine kîjan wê encamên berbiçev nedine wê: pêşezan

Baylozê Îranêyî li Pakîstanê gazî li wezîreta Paksîtanêye karên der kirine. Ew yek piştî derbgîhandinên Îranê qewimîne, dema ku hêzên Îranê bi rokêta derb gîhandine çend cîhên Pakîstanê.Hatîye dîyarkirinê,wekî Îranê li Pakîstanê derb gîhandîye baregeha koma “Cêyş al Adil” ê. Sala derbazbûyî cabdarîya kirina têrorîstîye li Îranê vê komê hildabû ser xwe, rûyê kîjanêda 12 xebatkarên polîsîyayê hatibûne kuştinê û hevt jî birîndar bibûn. Rojekê pêşda, Îranê elam kiribû,wekî rokêtên balîstîk derb gîhandine komên dijî Îranê, yên li Îraqê û Sûrîyayê.Bona derbgîhandinên li  Îraqê,  Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî ew kirin şermezar kirine.Wezîreta Pakîstanêye karên der elam kirîye wekî ew cabdarî dikeve ser Îranê û gef xwerine,wekî piştî wê yekê wê encamên giran pêşda bên.

Bi qîmetkirina Armên Pêtrosyanê rojhilatzan, elametîya wî cûreyî ya gefxwerinê ji Pakîstanê hatîye belavkirinê, çimkî ew derb nava axa  welatê serbixweda hatîye mîyasekirinê.Pêtrosyan usa jî gotîye,wekî bersiveke wî cûreyî jî ji Îraqê hatîye belavkirinê.

Bi hesabhildana halê sertî li herêmê, rojhilatzan dibêje wekî usa jî dikare biqewime ku dijminên Îranê bicêribînin hêzên dijî Îranê, yên li Pakîstanê, yan jî li Îraqê berbi bersiveke usa pêşda bibin, ku Îranê bikeve nava şerê diha mezin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button