Li gorî “Îrlanda Cinephile” ê ku nûçe û sînêma têlêvîzyonêye, fîlma anîmasîyon ya rêjîsîyor Înna Sahakyanêye “Berbanga Avrora” ê nava 25 fîlmên herî baş yên sala 2023 a da cîh digire.
Bi ragîhandina “Armenprêss”ê, ev yek ji navenda sînêma Ermenîstanê hatîye elamkirinê.
“Berbanga Avrora” ê belgefîlmeke anîmasyon, hîbrîd ya arşîvî ye,dîroka mirovî ya bi bandor e ku rêwîtîya rizgarbûyê ji qirkirina ermenîyan Arşalûys (Avrora) Mardîganyan, çawa ew bû stêrkeke fîlmeke bêdeng ya kevin ya Hollîvûdê.
Fîlm li çend welatan hatîye nîşandayînê û hêjayî xelata bûye û prêmîyêra hindî wê 20-21 meha çile de pêk bê.
Alî çêkirina fîlmê kirine wezîreta perwerdê, zanistîyê, çandê. Fîlm bi piştgirîya ssênarîst Înna Sahakyanê, prodyûsor Vardan Hovhannîsyan, Krîstîan Bîs, Yûêst Mîxaylînaytê, înstîtûta Zoryan û li ser bingeha arşîva dîroka devkî ya qirkirina Ermenîyan, hatîye çêkirinê.