H’emû nûçeSereke

Sala 2023 a dîyaloga stratêcî ya di navbera Ermenîstanê û Brîtanîya Mezinda destpê bûye: wezîreta karên der derheqa destanînên sala derbazbûyîda  daye dîyarkirinê

Sala 2023 a dîyaloga stratêcî ya di navbera Ermenîstanê û Brîtanîya Mezinda destpê bûye, civîna kîjanêye ewlin wextê seredana wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyane li Londonê pêk hatîye. Derheqa wê yekêda wezîreta Ermenîstanêye karên der elametî belav kirîye, ya ku nava çarçoveya tomerîkirina xebata wezîretêye sala derbazbûyîda hatîye raberkirinê.

“Seredana wezîrê karên der usa jî bi vekirina avayê baylozxana Ermenîstanêye li Londonê, berbiçev bûye. Nava salêda usa jî wezîrê Brîtanîyayêyî pirsên Avropayê Lêo Dokêrtî çend cara li herêmê qesidîye û xêncî wê yekê jî wezîrê Ermenîstanêyî karên der rastî wezîrê Brîtanîyayêyî karên der Dêyvîd Kêmêron hatîye.

Li ser platformên piralî, pirsên derheqa hevkarîyêda û usa jî yên herêmî hatine gotûbêjkirinê. Bi meremê pêşxistina hevkarîya êkonomîkî, li Londonê civîna ermenîya-brîtanîyaye bîznêsê hatîye teşkîlkirinê”,- nava elametîyêda hatîye gotinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button