H’emû nûçeSereke
Sênata Fransîyayê rêzolyûsîya derheqa xebitandina sanksîyayên dijî Adirbêcanê qebûl kirîye

Sênata Fransîyayê rêzolyûsîya derheqa xebitandina sanksîyayên dijî Adirbêcanê qebûl kirîye. 336 merivî dengê xwe dane qebûlkirina wê birîyarê, lê dengek dijî yekê bûye.
Gorî ragîhandina “Armênprêss” ê derheqa wê yekêda baylozxana Ermenîstanêye li Fransîyayê elam kirîye.Em bêjin,wekî duh Sênata Fransîyayê rêzolyûsîya pêşnîyarkirî, ya derheqa şermezrkirina agrêsîya Adirbêcanêye li Qerebaxê û cêribandinên agrêsîya dijî Komara Ermenîstanê, gotûbêj dikir.
Rêzolyûsîya usa jî bang dike ku dijî Adirbêcanê sanksîya bidine xebatê û dewê dike ku garantîyayên mafê paşdaçûyîna binelîyên ermenîye li Qerebaxê hebe.








