H’emû nûçeSereke

Serokwezîr daye dîyarkirinê ku Ermenîstan bi qewilên çi cûreyî amadeye rê bide Adirbêcanê

Hemû şuxulkarîyên hukumatê bona  parastin û îzbatbûna serbixwetî û yekîtîya axa Ermenîstanêne. “Armênprêss” ê ragîhandîye,wekî wextê dayîna bersivên pirsên parlamêntvana, derheqa wê yekêda Nîkol Paşînyanê serokwezîr xeberdaye.Ewî bersiva pirsa Artûr Xaçatryanê parlamêntvan daye, bi kîjanê parlamêntvan pirsîbû, ku nava halê nûda hukumat helkirinên çi cûreyî pêşnîyar dike.

“Nava temamîya heyîna serbestîyêda,me derheqa serbixwetîya Komara Ermenîstanê û yekîtîya axa wêda nedaye dîyarkirinê û ew pirsa ya bingehîne.

Hemû şuxulkarî bona îzbatbûn û parastina serbixwetîya Komara Ermenîstanê û yekîtîya axa wêne. Femdarîya meye stratêcî ewe, wekî hemû tişt gerekê li ser lêgîtîmîyêbe.

Çi ku derheqa elametîyên Bekûya fermîdane, min bi dengê bilind bersiva wan daye û ezê bersiva pirsa we jî bidim. Bersiva we  nava “Xaçerêya aşîtîyê” da ne”,- Paşînyan gotîye.

Serokwezîr usa jî derheqa pirsa elametîyên Bekûyêda xeberdaye û daye dîyarkirinê,wekî Adirbêcan li du cîha dijî pirsdanînên Ermenîstanêye.

“Ya ewlin ewe, wekî heger Komara Ermenîstanê amade nîne rîya veke, usaye ewê rîya Îranê bide xebatê. Ya duem ewe, wekî bona çi gerekê wextê derbazbûna nava Ermenîstanêra û ew rê 47 kîlomêtre, şuxulkarîyên  kontrolkirinê gerekê hebin. Em bersiva vê yekê hema wî cûreyî didin û dibêjin ku bi çi qewila Îran rê dide Adirbêcanê, hema bi wan qewila jî Ermenîstan amadeye rê bide. Heger nava Ermenîstanêra rîya berbi Nexçêvanê 47 kîlomêtre, ez bêjim  wekî nava Îranêra jî 49 kîlomêtre. Heger pêvajoya kontrolkirinê bona 49 kîlomêtrî tiştê qebûlkirinêye, bo çi ew  nikare bona 47 kîlomêtrî tiştê qebûlkirinê nîbe?”,-Paşînyan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button