Dibe ku Qafqasîya Başûr bikeve nava kasa giştî ya agirê ku li Rojhilata Navîn derketîye: pispor

Dibe ku Qafqasîya Başûr bikeve nava kasa giştî ya agirê ku li Rojhilata Navîn derketîye. Erebolog Armên Pêtrosyan di axaftina xwe ya bi nûçegîhanê news.am ê ra ev tişt gotîye.
Bi gotina wî, rewş aloz bû dema ku Îranê biryar da ku bersiva êrişên têrorîstî yên ku li ser axa wê di vê qonaxa germ ya şer û pevçûnan de li navçeyê rû dane, bide.
“Navenda gêopolîtîk û herêmî hewl didin rê li ber zêdekirina bandora Îranê li herêmê bigirin. Berovajî, her tişt ji bo lawazkirina Îranê bi awayekî cidî tê armanckirin.
Ev hemû ne di berjewendîya medane, ji ber ku Îraneke lawazbûyî tê wateya bihêzbûna Tirkîye û Adirbêcanê”,-Pêtrosyan gotîye.
Bi gotina wî, kêmbûna peywendîyên Îranê û Adirbêcanê ku sala borî rûdabû, hinekî hate astengkirinê, herwiha zêdebûna alozîya navbera Bakûyê û Waşîngtonê, hîn jî rê nade ku Adirbêcan tevlî opêrasyonên dijî Îranê bibe.
Adirbêcan tenê li sedemeke wiha digere. Wê demê Bakûyê bi înîsîyatîveke wiha derkeve û bi Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî û Îsraîlê ra beşdarî van pêvajoyan bibe û bi vê yekê ra têkîlîyên bi Rojavayê ra birêkûpêk bike, ya ku wê komkujîya Arsaxê bîr bike.”
Ew nafikire ku Adirbêcanê ji Syûnîkê dest bi opêrasyonên leşkerî bike, eger ew bikeve nav pevçûnan, li ser xurtbûna bandora rojava ya li ser Ermenîstanê.
“Êrîşên hevbeş yên Îranê û Adirbêcanê yên li dijî hev senaryoyek pêşbînîkirî ye ji bo geşedana bûyeran, lê ew niha ne tiştê bûyînêye. Ji bo pêkanîna vê yekê jî divê operasyonên leşkerî yên niha yên li herêmê li dijî Îranê ber bi xaka Îranê ve bên veguhestin”,- pispor dibêje.
Ew bawer nake ku eger Adirbêcan tevlî pevçûnê bibe, wê ji Syûnîkê dest bi opêrasîyonên leşkerî bike, li ber çavan e ku bandora rojava ya li ser Ermenîstanê xurt dibe.
“Ev yek ji helwesta tund ya Rojavayê û di serîda Dewletên Amerîkayêye Yekbûyî di derbarê têknebirina yekîtîya axa Ermenîstanê da dîyar dibe. Rûsîya jî gerekê xetên sor xêz bike û raberî Tirkîyayê û Adirbêcanê bike, li gorî formata nû ya hevkarîya Moskvayê û Têhranê”,- Pêtrosyan gotîye.







