H’emû nûçeSereke

Karkerê kana Amûlsarê “Lidian Armêni” yê ji  12,5 selef  parên xwe dîyarî hukumetê kir

“Lidian Armenîa” yê 12,5 selef perên xwe  dîyarî  hukumetê dike.

Pêşnûmeya biryarê de tê gotin ku ev bexş li ser esasê mêmorandûma hevgirtinê ya ku di 22 ê  sibata  sala 2023 a de li Yêrêvanê di navbera banka pêşketinê ya Avrasyayê û  şirketa hevpar ya girtî “Lidian Armenia” de hatîye îmzekirin, hatiye kirin.

Cîgira wezîrê aboriyê Anî Îspîryan ku proje pêşkêş kir, diyar kir ku  22 ê sibata  sala 2023 a de di navbera hukumet û banka pêşketinê ya Avrasyayê û şirketa  “Lidian Armenia” ê de peymana veguheztinê hat îmzekirin.

Di memorandumê de tê xwestin ku îhtîmala berdewamkirina amadekarî, çêkirin û xebatên din yên kana Amûlsarê bê nirxandin.

Ji bo cîbicîkirina bi bandor ya projeyê, kompanîya “Lidian” soz daye ku veberhênanên herî kêm bi qasî 250 mîlyon dolaran pêşkêş bike. Di dema avakirina projeyê de, “Lidian  Armenia” mecbûr bû ku xercê jîngehê yê ku hatî dayîn, ji bilî teqsîtan ji bo pêkanîna projeyên jîngehê, û her weha alîkarîya darayî ya salane ya bi qasî 7 mîlyon dolar ji bo civakên zirardar bide, her heyama 12 mehan.

 “Me mimkûn dît ku proje berdewam be, û her weha gelek bi xêr hatî ku sermayedaran bixwe xwestin ku hukumet beşdarî projeyê bibe. Divê ji  12,5 selef parên hukumeta Ermenîstanê, yanî ji gel re biçe.

Her wiha wê her sal 7 mîlyon dolar ji bo civakên mexdûr bê dayîn û ev jî di bûçeya van komînan de cih digire. Di vê rewşê de, civakên mexdûr bûne Cêrmûk, civata mezin ya Sîsîyanê û civata Vayk e”,-Nîkol Paşînyanê serokwezîr gotîye,

 “Em hêvî dikin ku kana Amûlsarê bibe platformek ji bo danasîna standardên nû di pîşesazîya madenê de. Helbet hukumet jî wek hîsedar dê di vê mijarê de lihevhatî be”,-Paşînysan da kifşê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button