H’emû nûçeSereke
Li Ermenîstanê di warê belavbûna vîrûsa koronayê de tu rewşeke pirsgirêkê tune: Anahît Avanêsyan
Ji çileya sala 2024 a li Ermenîstanê di warê belavbûna vîrûsa koronayê de tö rewşeke pirsgirêkê töne.
Li gorî ragîhandina nûçeya “Armênpress”ê, wezîra Ermenîstanêye tenduröstîyê Anahît Avanêsyanê di brîfînga ku piştî civîna hökömetê hat lidarxistinê, got.
“Vê gavê di warê belavbûna vîrûsa koronayê de rewşa pirsgirêkê töne”.
Avanesyanê di derbarê belavbûna cûrên cuda yên grîpê de, destnîşan kir ku wezîreta Ermenîstanêye tenduristîyê her heftê derbarê cûreyên cûre-cûre de agahîyan diweşîne. Li gorî wê, nîşaneyên heftêya borî yên cûreyên hevpar li gorî heman heyama par hinekî zêdetir in.
Em lêkolîneke zelal dikin û di warê rêvebirinê de tedbîrên cûre-cûre dimeşînin. Vakslêdana grîpê ji meha îlonê û vir ve li Ermenîstanê heye”,-wezîrê got.