H’emû nûçeSereke

Projeya “Xaçerêya aşîtîyê” usa jî raberî Adirbêcanê û welatên herêmê kirine: parlamêntvan

Ermenîstanê bi projeya “Xaçerêya aşîtîyê” hemû rê raber kirine, kîjana ew amadeye bide vekirinê.

“Armênprêss” ê ragîhandîye,wekî derheqa wê yekêda parlamêntvana fraksîya “Peymana sîvîl” Arûsyak Cûlhakyanê gotîye, dema ku ewê bersiva wê pirsê daye, ku gelo ji Bekûyê pêşnîyara vekirina kîjan rê heye.

“Ermenîstan bi projeya “Xaçerêya aşîtîyê” hemû rê raber kirine, kîjana ew amadeye bide vekirinê.Feqet serokê Adirbêcanê çi dibêje, ew jî rojeva wîye û ez hesab nakim ku em gerekê bikevine nava wê rojevê.Ez hesab dikim ku ew yek raste, ku em bi rojeva xwe pêşda herin”,- Cûlhakyanê gotîye û serda zêde kirîye,wekî proje raberî civaka navneteweyî, nava wêda Adirbêcanê û welatên herêmêye mayîn kirine.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button