H’emû nûçeSereke

Rojeva desthilatdarîya niha rojeva aşîtîyêye û ewê mîyaserkirina wê yekê berdewam bikin: parlamêntvan

Rojeva destihlatdarîya niha rojeva aşîtîyêye û ewê mîyaserkirina wê yekê berdewam bikin.Derheqa wê yekêda sêkrêtarê fraksîya “Peymana sîvîl” Artûr Hovhannîsyan li parlamêntê gotîye rojnemavana.

Feqet, bi gotina wî, ew rê ya hêsa nîne. “Me pêşda jî digot,wekî ew rê hêsa nîne. Em niha jî rastî dijwarîya tên, bi taybetî  bi elametîyên agrêsîv. Feqet em hêvîdarîya serokwezîrra qayîlin, wekî ev yek cêribandina teribandina bernama aşîtîyê nîne”,- Hovhannîsyan gotîye.

Lê belê, çawa ku parlamêntvan gotîye, heger ew yek cêribandina wî cûreyîye, desthilatdarî wê tu cara ji rojeva xweye sîyasî paşda  nesekine. “Rojeva Komara Ermenîstanêye şêr tune. Tenê rojeva wêye aşîtîyê heye û em bi rê diçin”,- parlamêntvan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button