H’emû nûçeSereke

Ermenîstan hêvîdare, wekî ji alîyê Adirbêcanêda garantîyayên bona  tunebûna dewekarîyên veşartî, yên hindava axê wê hebin: Paşînyan

Nava pêvajoya aşîtîyêda, Ermenîstan hêvîdare, wekî ji alîyê Adirbêcanêda garantîyayên bona  tunebûna dewekarîyên veşartî, yên hindava axê wê hebin û amadeye garantîya wî cûreyî jî bide Adirbêcanê.

Li gorî ragîhandina “Armênprêss” ê, derheqa wê yekêda serokwezîrê Ermenîstsnê Nîkol Paşînyan wextê civîna partîya “Peymana sîvîl”, gotîye.

“Xebat gihîştîye cîhekî usa, li kîderê em ji Adirbêcanê û Adirbêcan jî ji me garntîya dixwezin,wekî  hindava hevduda dewekarîyên veşartî, yên hindava axê  wê tunebin. Têkstên dîplomatîye cûre-cûre tên nivîsarê.Bo wê yekê jî nava gotinên Adirbêcanê û usa jî nava gotinên meda alî  pêşerojêda qezîyayê dibînin”,-Paşînyan gotîye.

Bi gotina serokwezîr, meriv dikare hal  cûre-cûre şirove veke û ev pêvajoya xebatêye, kîjanê gerekê berdewam bikin hetanî ku bersivên pirsa bêne stendinê.

Em hêvîdarin,wekî Adirbêcanê dewekarîyên veşartî raber neke û em garantîyayên wî cûreyî dixwezin û em jî amadene garantîyayên wî cûreyî bidin.Ev pêvajo bi hevra girêdayîne”,- Paşînyan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button