H’emû nûçeSereke

Kongrêsmênên Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî dewê dikin ku yekîtîya axa Ermenîstanê bidine garantîyakirinê û dijî gefxwerinên Elîyêve eşkere hukumkin

Hemserokên komîsîya ermenî, ya Kongrêsa Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî elametîyên serokê Adirbêcanê Îlham Elyêve bi qezîya şermezar dikin, yê ku hindava axa ermenî dewekarîya raber dike û naxwezin leşkerên xwe ji axa Ermenîstanê derxe.

Gorî ragîhandina “Armênprêss” ê, derheqa wê yekêda kongrêsmênê amêrîkî Frênk Paloûn elametî belav kirîye.

Hemsedirên komîsîya ermenî, ya Kogrêsa Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî dane dîyarkirinê, ku îdî wedeye Adirbêcan bona kirinên dijî ermenîyaye li Qafqasîya Başûr bînin ber cabdarîyê.

“Elametîyên serokê Adirbêcanêye van dawîya, nava wanda usa jî înkarkirina derxistina leşkeraye ji axa Ermenîstanê, hema ji wê meselêne, ya ku wana payîza derbazbûyî dijî  100 000 ermenîyên Qerebaxê da xebatê.Elametîyên wî cûreyî bona wê yekê tên xebitandinê, ku mobîlîzasîya pêşerojê, ya hêzên sîlihkirî bidine afûkirinê, lê paşê jî agrêsîyayê mîyaser dike, çimkî difikire wekî wê encam tunebin.Mixabin, civaka navneteweyî nava van salên dawîda bi bêkarîya xwe  ew yek da dîyarkirinê.

Wedeye ku rêjîma Elîyêv bona wê yekê li ber cabdarîyê bidine sekinandinê. Amêrîka û hevkarên me gerekê hemû mecalên dîplomatî bidine xebatê, nava wanda usa jî sanksîya, yên ku wê garantîya yekîtîya axa Ermenîstanê bidin û wê dijî gefxwerinên Elîyêv hukum bikin.

Em bangî serokatîya xwe û hevkarên navneteweyî dikin, ku gavên anegor biavêjin, ku pêşeroja agrêsîya Adirbêcanê bidine pêşîgirtinê û ewlehkarîya Ermenîstanê bidine çareserkirinê”,-nava elametîyêda hatîye gotinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button