H’emû nûçeSereke

Mixabin, Adibêcan naxweze li ser platformên heyî hevraxeberdana destpêke: Mîrzoyan

Ermenîstan beşdarî hevraxeberdanên tevî Adirbêcanê dibe û em  zêdetir hewaskarin ku li herêmê aşîtî îzbatbe. Derheqa wê yekêda wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan wextê prêss-konfêransa tevî wezîrê Xorvatîyayêyî karên der, gotîye.

“Em li ser wê fikirêne wekî ev yek wê ne tenê bona binelîyên Ermenîstanê, lê wê usa jî bona welatên herêmêye mayîn kardarbe.Em dibînin,wekî ev xwestina meye çêkirinê nava kirinên cînarên meda nayê kifşê.Em beşdarî hevraxeberdana bûne, usa jî yên bi piştgirîya Yekîtîya Avropayê û niha em dibînin wekî Adirbêcan naxweze hevraxeberdana nava platformên heyîda destpêke.

Lê belê,em bona berdewamkirina hevraxeberdana hewaskarin. Li vir usa jî ew prînsîp girîngin, li ser kîjana gerekê hevraxeberdan berdewambin.Nava vê hemtêkstêda minê bixwesta careke mayîn bigota,wekî yekîtîya axê, naskirina sînora û naskirina serbixwetîyên hevdu girîngin.Evana ew prînsîpin, li ser kîjana bi fikira min gerekê qayîlîya dora aşîtîyê bê destanînê”,- Mîrzoyan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button