H’emû nûçeSereke

Wezîreta Ermenîstanêye karên der elametîya Elîyêv ya derheqa rîya berbi Nexçêvanê şirove kirîye

Çawa bersiva pirsa Sputnik Armenia ê, wezîreta Ermenîstanêye karên der derheqa wê elametîya serokê Adirbêcanêda şirove kirîye, wekî Yêrêvan gerekê Mêxrîyêra rîya bêyî sekinandin, ya ji Adiribêcanê berbi Nexçêvanê bide çareserkirinê.

Me elam kirîye,wekî serokê Adirbêcanê Îlham Elîyêv,wextê hevpeyvîna tevî  çapemenîya Adirbêcanê, bi têksta vekirî, dew ji Ermenîstanê kirîye wekî nava Ermenîstanêra gerekê ji Adirbêcanê beribi Nexçêvanê rê hebe, bar û merivên wan gerekê bêyî kontrolkirin derbazbin.

“Nava çarçoveya projeya hukumata Ermenîstanê, ya bi navê “Xaçerêya aşîtîyê”, hemû rêyên êkonomîkî hatine raberkirinê, kîjana alîyê ermenîya pêşnîyar dike yan bide dasekinandinê, yan jî çêke”,- nava bersiva wezîretêda hatîye gotinê.

Ji wezîreta karên der usa jî anîne bîr, wekî wextê civîna partîya “Peymana sîvîl”, Paşînyanê serokwezîr derheqa wê yekêda xeberdaye.

Em bîr bînin,wekî Nîkol Paşînyan wî çaxî gotîye,wekî Ermenîstan amadeye him  ser erdê û him bi rîya hesinî rê bide, çawa ku wê yekê Îran dide.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button