H’emû nûçeSereke

Pirsgirêkên nava goveka leşkerîda, yên tevî Rûsîyayê bi piranî hatine helkirinê: wezîreta parastinê

Pirsên tevî kompanîyayên Rûsîyayê, yên nava goveka sîlihada bi piranî hatine helkirinê, lê çend pirs usa mane.Çawa bersiva pirsa radyoya “Aza”ê ji wezîreta Ermenîstanêye parastinê wî cûreyî gotine.

Piştî  şerê Arsaxêyî duemîn, desthilatdarîya Ermenîstanê bi asta here bilind nerazîbûn didane kifşê ku bi mîlyona dolar şandine Rûsîyayê, lê sîlih nehatine stendinê.

Baylozê Rûsîyayê mehekê pêşda gotibû,wekî hemû peymanên di navbera Yêrêvanê û Moskvayêda, yên nava goveka leşkerî-têknîkîda, wededa ser hevda hatine.

Parlamêntvanên desthilatdarîyê tenê van axirîya gotin wekî Rûsîyayê îdî dayîna sîliha mîyaser dike.Endamê komîsîya parastinê Gagîk Mêlkonyan hevtêkê pêşda gotibû radyoya “Aza” ê,wekî beşeke sîlihên rûsa îdî li Ermenîstanêye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button