Psporê îranî gotîye ku Têhranê çi cûreyî bersiva bernamên Bekûyê, yên bona vekirina korîdora nava Ermenîstanêra, daye

Nava du mehên dawîda Îranê du cara artêşa xwe li ber sînorên Alirbêcanê daye mobîlîzasîyakirinê.Derheqa wê yekêda psporê înstîtûta Îranê û Avrasîyayêye lêkolîna Godratola Şafîyê gotîye NEWS. am ê.
Ewî serda zêde kirîye,wekî li Îranê fikireke usa heye, wekî nava encamê van gavên Têhranêdaye ku Adirbêcanê hetanî niha enîya şêre nû dijî Ermenîstanê venekirîye ku Syûnîkê dagirke û wa gotî projeya korîdora Zangêzûrê mîyaserke.
Bi gotina wî, wa gotî projeya korîdora Zangêzûrê hê nehatîye bîrkirinê û Bekû opêrasîyona nû destpê nake, çimkî ew zane,wekî niha civaka navneteweyî begemîyê nade gavên wî cûreyî.
“Eve menî,wekî Adirbêcan opêrasîyonên aktîv mîyaser nake. Lê hema menîke wan ya nû hebe, konflîktên nû wê dijî Ermentîstanê hebin û opêrasîyonên nû wê dijî Ermenîstanê bêne mîyaserkirinê.
Vê carê gilî derheqa Qerebaxêda nîne. Niha cedandin dijî serbixwetîya Ermenîstanêye, çimkî Tirkîya û Adirbêcan dixwezin hema vê korîdorê nava qeza Ermenîstanêye Syûnîkêra bidine vekirinê”,- Şafîyê gotîye.
Ewî daye dîyarkirinê,wekî Îran dicedîne ku ew negihîjine armancên xwe.
“Tu kes nikare bêje,wekî wextê provokasîyayên Adirbêcanêye nû, Îranê beşdarî vê dew û dozê bibe, yan na, lê ew yek ber çevaye,wekî nîşanên zelal hene ku meremê Têhranê tune ku îzinê bide Adirbêcanê,wekî Adirbêcan nava Ermenîstanêra korîdorê veke”,-psporê îranî gotîye.







