SerekeSîyasî

Şandeke parlamentoya Îraqê ji bo lêkolînkirina êrîşa Îranê gihîşt Hewlêrê

Ji bo lêkolînkirina li ser êrîşa mûşekî ya li ser Hewlêrê, şandeke komîteya asayîş û berevanîyê û komîteya pêwendiyên derve ya parlamentoya Îraqê gihîşte Hewlêrê.

Armanca serdana vê şandê, ji bo lêkolînkirin û nivîsîna raportekê li ser êrîşa mûşekî ya Îranê li ser Hewlêrê ye ku ev şande dê biçin cihê bûyerê û li ser hûrgiliyên bûyerê lêkolînê bikin û raporekê amade bikin.

Çend deverên sivîlan li Hewlêr û derdora wê bi çend mûşekên balistî û dronan hatin armanckirin. Di encama êrîşê de, 5 welatî şehîd bûn û 6 welatîyên din jî birîndar bûn ku piranîya wan endamên malbata Pêşrew Dizeyî bûn. Piştre jî pasdarên Îranê berpirsyarîya êrîşan girt ser xwe.

Her di vê derbarê de, şêwirmendê asayîşa niştimanî ya Îraqê û serokê komîteya lêkolînê ya hukumeta Îraqê Qasim El-Arecî derbarê êrişên Îranê li ser Hewlêrê de ji K24ê re ragihandibû, cihê hatîye armanckirin mala sivîlekî bû û ne binkeyeke sîxurî ya Îsraîlê bû.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button