H’emû nûçeSereke

Ermenîstan li  cem Adirbêcanê tunebûna xwestina sîyasî, ya nava pirsa aşîtîyêda nabîne

Komara Ermenîstanê dîsa piştgira îzbatbûna aşîtîya li Qafqasîya Başûre, nenihêrî wê yekê wekî tevî Adirbêcanê gelek pirsgirêk hene.

“Bi têorî pêvajoya aşîtîyê di navbera dijminada pêk tê. Li ber çevaye wekî dîroka dijminatîyêye salên dirêj hene û hê dîl hene, gelek bûyar hene, dema ku yazîyên meriva eyan nînin. Bi rastî pirsgirêk gelekin û heger em bicêribînin wan pirsgirêka bidine rêzê, wî çaxî tunbûna xwestina Adirbêcanêye sîayîs tê kifşê. Em wê yekê ji elametîyên serokê Adirbêcanê dibînin.

Belê, fikireke usa pêşda tê wekî bona helkirina pirsgirêkê, li Adirbêcanê xwestina sîyasî tune”,- Mîrzoyan gotîye.

Bi gotina wezîr, alîyê ermenî bi her alîyava dibîne wekî Adirbêcan ji pevketina xwe dûr dixe.

Wezîr serda zêde kirîye,wekî wextê proseya xebatê, meriv dikare pirsgirêka helke, lê heger usa nîbe, îmzekirina peymana aşîtîyê wê nebe.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button