H’emû nûçeSereke

Kincên bona hêzên Ermenîstanêye sîlihkirî wê gorî normên NATO ê  hesab hildin: wezîreta parastinê

Kincên bona leşkerên ermenî wê gorî normên NATO ê bin. Derheqa wê yekêda ji wezîreta parastinê elamî  Sputnik Armenia ê kirine.

Sala derbazbûyî wezîrê parastinê Sûrên Papîkyan elam kiribû,wekî pêvajoya guhartina kincên leşkerî hatîye pêşdakişandinê û tevî hevkarên navneteweyî xebat tên mîyaserkirinê.

“Nava bijartina kincên nûda, wezîreta Ermenîstanêye parastinê lêkolîna dike û normên NATO ê tên hesabhildanê. Meselên kincên  Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî, Fransîyayê, Yûnanistanê, Çêxîyayê hatine lêkolînkirinê”,-ji wezîretê gotine.

Piştî qebûlkirina kincên nû, wezîreta parastinê wê bi înîsîyatîva qanûnî pêşda bê, gorî kîjanê  frotana nimûna kinca wê bê qedexekirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button