H’emû nûçeSereke

Wezîrê karên der dibêje wekî bona sazkirina tu korîdorekê Ermenîstanê borcdarî hilnedaye ser xwe

Wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan derheqa betalkirina elametîya sêalîda, ya 9 ê mijdara sala 2020 î, xeberdaye. Li gorî ragîhandina “Armênprêss” ê, derheqa wê yekêda Ararat Mîrzoyan wextê prêss-konfêransê gotîye û serda zêde kirîye,wekî dijware îmze ji ser tiştekî usa  paşda hildin, kîjan naxebite.

“Gilî derheqa çidane, wekî ji sê alîya dudu ew elametî bi cêrge xalava teribandine. Komara Ermenîstanê borcdarîyên li ser xwe qedandine û roja îroyîn jî diqedîne. Mixabin, herdu alîyên mayîn wî cûreyî nekirine û şedetîyên wê yekê ber çevane, nava wanda berî her tiştî girêdayî Qerebaxê û korîdora Laçînêva”,- Mîrzoyan gotîye.

Wezîr daye dîyarkirinê,wekî Komara Ermenîstanê girêdayî sazkirina tu korîdorekêva  borcdarî hilnedaye ser xwe.

Wezîr gotîye,wekî Komara Ermenîstanê ne tenê amadeye, lê ew bi xwe jî hewaskre ku rêyên herêmêye transportê û êkonomîkî bêne vekirinê.

Zêdetir nîşan bide
Herwiha kontr’ol bike
Close
Back to top button