Bûyarên zordarîyên fîzîkî yên hindava rojnamevana li Ermenîstanê kêm bûne: raporta komîtêya parastina xebera aza

Bona çapemenîya Ermenîstanê sala 2023 a bi bûyarên cuda-cuda saleke giran bûye.Halê sert nava jîyîna civakî-sîyasîda hebûye, protêstokirin hatine derbazkirinê, dora Qerebaxê hatibû girtinê û meha îlonêda jî agrêsîya ji alîyê Adirbêcanêda hate mîyaserkirinê, lê paşê jî ji 100 000 zêdetir arsaxî bi destê zorê ji Qerebaxê hatine derxistinê. Sala 2023 a usa jî hilbijartinên şaredarîya Yêrêvanê pêk hatin. Gorî raporta salê, ya komîtêya parastina xebera aza, nava vî halîda zordarîyên fîzîkî hindava wekîlên çapemenîyê, hukumkirin û gefxwerin hebûne.
“Armênprêss” ê ragîhandîye,wekî wextê prêss-konfêransê derheqa wê yekêda serokê komîtêya parastina xebera aza Aşot Mêlîkyan xeberdaye.
Ewî daye dîyarkirinê,wekî sala 2023 a da 135 bûyarên girêdayî teribandina mafê stendin, yan belavkirina nûça qewimîne.Ev 135 bûyar derheqa melûmetîyên civakîye vekirîne û ew ji alîyê organên dewletêda nayêne dayînê.
Nenihêrî wê yekê,wekî li welêt halê çi cûreyî bûye, bi gotina Aşot Mêlîkyan, sala 2023 a zordarîyên fîzîkî, yên hindava rojnamevana kêm bûne.Ewî gotîye,wekî himberî sala 2022 a ew yek tê kifşê: sala 2023 a 6 bûyarên wî cûreyî qewimîne, lê sala 2022 a 14.







