H’emû nûçeSereke

Kîm Kardaşyan dîsa balyoza Balenciaga ye

Kîm Kardaşyan dîsa balyoza Balenciaga ye, Kîmê bi xwe  li ser Instagram ê ragîhandîye.

Damezrînerê 43 salî yê Skîms bi fermî têkilîyek bi mala modayê ya frpansî re saz kirîye, ku bi salan sêwiranên derhênerê afîrîner Dêmna Gvasalîya li xwe kirîye. Portrêya fermî ya danasînê ya Kardaşyan ji hêla wênekêşê belgefîlm Platon ve hate kişandin û bi daxuyanîya xwe re hate pêşkêş kirin, ku tê de wiha tê gotin: “Ev çend sal in, modêlên Balenciaga bûne beşek ji gelek awirên min û hin demên min yên herî navdar yên modayê. Ev mala modayê ya dîrokî di bin pêşengîya demna de modêrnîte, huner û nêzîkatîyek nûjen ya sêwiranê li hev tîne. Ji bo min, ev têkilîyên demdirêj li ser pêbawerîya hevdu û xwestina kirina tiştê rast têne avakirin. Ez li benda beşa din ya dîroka brandê û fersendê me ku ez bibim balyozê wan” ,-Kardaşyanê tekez kir.

Berê jî Kardaşyan di gelek kompanyayên rêklamê yên Balenciaga de lîstîye, di rêza pêşîn ya pêşandanên marqeyê de rûniştîye, beşdarî pêşandana 51 emîn ya mala Couture bûye û bi demna re beşdarî Met Gala ya 2021 ê bûye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button