H’emû nûçeSereke

Biryara nû: Ermenîstanê li Çêxîyayê û Qirqizstanê wekîlên leşkerî kifşke

Li Çêxîyayê û Qirqizstanê wekîlên Ermenîstanêye leşkerî wê hebin.Biryara wî cûreyî hukumata Ermenstanê wextê civîna xwe qebûl kirîye.

Wezîreta Ermenîstanêye parastinê daye dîyarkirinê,wekî li Çêxîyayê pêwîste ku wekîlê leşkerî hebe, çimkî di navbera herdu welatada potênsîyala hevkarîya leşkerî û leşkerî-têknîkî heye.

Borcdarîyên wekîlê leşkerî, yê li Çêxîyayê wê wekîlê leşkerî, yê Ermenîstanêye li Almanîyayê hilde ser xwe.

Hatîye dîyarkirinê,wekî nava çarçoveya bernama “Hevkarî boy aşîtîyê” rola Çêxîyayê tê qîmetkirinê û tê hesabê çawa pira nava dîyaloga di navbera Ermenîstanê û NATO ê da.

Çi ku derheqa Qirqizstanêdane, heyîna wekîlê leşkerî, yê Ermenîstanêyî li Qirqizstanê wê piştgirîyê bide hevkarîya nava goveka parastinêda. Ew yek usa jî wê asta pêwandîyaye dualî, ya nava goveka parastinêda bide çareserkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button