H’emû nûçeSereke
Plana kirîna sîliha jî wê bikeve nava cêrga sura dewletê

Hukumatê navnîşa înformasîyayên derheqa kirînên sîliha boy hêzên sîlihkirî û yên ku dikevine nava cêrga sura dewletê, îzbat kirîye.
Gorî ragîhandina “Armênprêss” ê, ew pirs ketibû nava rojeva civîna hukumatê.
Plana kirîna, wezîreta parastinê erza kirînê, nasandina têknîkî, pêvajoya teşkîlkirina kirîna, organîzeya ku girêdayî wê yekêra xebat mîyaser kirîye, dikevine nava cêrga sura dewletê.
Dikevine nava kirînên mîyaserkirî: destanîna mecalên parastina hewê, yan jî modêrnîzasîyakirina wan, komplêksên rokêta, komplêksên topavêja û maynavêja, komplêksên cesûsî û radîyolokasîyon û cêrge tiştên mayîn.
Birîyara îzbaîkirî ji 28 ê meha çileda wê bixebite.







