Tirkîya bona DAÎŞ ê merkeza berevkirina têrorîsta û tranzîtêye: mehkema tirka
Nava nêrînên gunehkarkirinêda, yên mehkema tirkaye dijî DAÎŞ ê îzbat bûye,wekî Tirkîya bûye merkeza baskê DAÎŞ ê yî li Afganistanê.
Malpera tirkîye Artigercek ê nivîsîye, wekî mehkema tirka dijî DAÎŞ ê dokûmênt qebûl kirîye, wekî Tirkîya bona DAÎŞ ê merkeza berevkirina têrorîsta û tranzîtêye.
Hatîye dîyarkirinê,wekî nenihêrî wê yekê ku mehkeme şedetîyên balkêş derheqa DAÎŞ ê da raber dike, lê li Tirkîyayê cezayên gelekî sivik dijî endamên DAÎŞ ê pêşda dikişînin û gelek cara jî wana ji sera mehkemê aza berdidin.
Piştî undakirina têrîtorîyayên li Îraqê û Sûrîyayê, gelek endamên DAÎŞ ê bi rîya neqanûnî çûne Tirkîyayê, beşeke kîjana mafê jîyîna qanûnî li Tirkîyayê stendîye, beşek ji wir çûye, lê beşek jî bi qirara mehkemê ji welêt hatîye derxistinê. Piştî derxistina ji Tirkîyayê, ji wana gelek bi rêyên cûre-cûre dîsa hatine Tirkîyayê.
Organên dewleta Tirkîyayê nerihetîyê didine kifşê,wekî DAÎŞ ê careke mayîn xebatên xwe li Tirkîyayê daye aktîvkirinê.