H’emû nûçeSereke

Wedê girtina serokên Qerebaxêye berê, yên ku bi neqanûnî li Adirbêcanê tên xweykirinê, hatîye dirêjkirinê

Adirbêcanê wedê girtina serokên Qerebaxêye berê, yên ku bi neqanûnî li Adirbêcanê tên xweykirinê, daye dirêjkirinê.

“Armênprêss” ê ragîhandîye,wekî çapemenîya Adirbêcanê jî ragîhandîye wekî bi wedê çar meha girtina serokên Qerebaxêye berê Arkadî Gûkasyan, Bako Sahakyan, Arayîk Harûtyûnyan, wezîrê Qerebaxêyî karên derî berê Davît Babayan, serokê parlamêntêyî berê Davît Îşxanyan, gênêral Lêvon Mnasakanyan û Davît Manûkyan hatîye dirêjkirinê.

Adirbêcanê usa jî wede girtina wezîrê Qerebaxêyî dewletê, yê berê Rûbên Vardanyan jî daye dirêjkirinê. Adirbêcan bona hemûya gunehkarkirinên çêkirî raber dike.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button