H’emû nûçeSereke
Makûnsa bayloz halê li Ermenîstanê û herêmêyî ewlehkarîyê raberî guhdarvanên yûnîvêrsîtêya Corc Mêyson kirîye

Bayloza Ermenîstanêye li Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî, Lîlît Makûns rastî guhdarvanên sêmînara li yûnîvêrsîtêya Corc Mêyson, hatîye.Derheqa wê yekêda rûpelê baylozêxanêye facebook ê da hatîye nivîsarê.
“Baylozê rojeva pêwandîyên ermenîya-amêrîkîya û usa jî halê Ermenîstanê û herêmêyî ewlehkarîyê raberî guhdarvana kirîye. Wekîlê Ermenîstanêyî leşkerî, yê li Amêrîkayê Arman Mkrtçyan jî beşdarî hevdîtinê bûye”,- nava nivîsarêda hatîye dîyarkirinê.







