H’emû nûçeSereke

Serokwezîr derheqa mêxanîzmên garantîyayên ewlehkarîya ku ji alîyê Ermenîstanêda tên pêşnîyarkirinê, yên nava pêwandîyên tevî Adirbêcanê, xeberdaye

Komara Ermenîstanê, xêncî axa xweye serbixwe, çevê wê ser axeke başqe tune û wî cûreyî jî gerekê çevê kesekî mayîn ser axa Komara Ermenîstanê nîbe.

Gorî înformasîya “Armênprêss” ê, derheqa wê yekêda serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan wextê salvegera artêşa Ermenîstanê gotîye.

“Çawa ku me gotîye, em amadene garantîyayên wî cûreyî bidin, garantîyayên wededirêj, lê em hêvîdarin wekî garantîyayên wî cûreyî wê ji alîyên mayîn hebin.

Em amadene bi rê herin û me çend mêxanîzmên garantîyayên ewlehkarîyê pêşnîyarî Adirbêcanê kirine.Mesele, paşdavekişandina leşkeraye ser sînorê hêna Sovyêtê. Ew sînor gorî dêklarasîya Alma Atayêye sala 1991 ê werguhêzî sînorê dewletê bûye û Ermenîstan tevî Adirbêcanê 6 ê cotmeha sala 2022 a bi hevra pevketine,wekî li ser bingeha wê yekê ew hev nas dikin. Paşdavekişandina leşkera wê mecalê bide, ku hemû têrîtorîyayên Adirbêcana Sovyêtê bin kontrola Adirbêcanê, lê yên Ermenstana Sovyêtê bin kontrola Ermenîstanêdabin”,- serokwezîrê Ermenîstanê gotîye.

Ewî gotîye wekî Ermenîstanê usa jî derheqa dîyarkirina sînorada  jî pêşnîyarî Adirbêcanê kirîye. “Usa jî mêxanîzma kontrolkirina sîliha, peymana derheqa êrîşnekirinêda hatîye pêşnîyarkirinê”,- Nîkol Paşînyan gotîye wekî Komara Ermenîstanê hindava rojeva aşîtîyê amine û wê ji wê rojevê dûr nekeve.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button