H’emû nûçeSereke
Wezîrê Ermenîstanêyî karên der û şêwirmendê rêberê Îranê pirsên derheqa ewlehkarî û qewînbûna li Qafqasîya Başûr gotûbêj kirine
Wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan rastî şêwirmendê rêberê Îranêyî sereke, serokê şêwira pêwandîyên der Kemal Xarazî hatîye.
“Armênprês” ê ragîhandîye,wekî wextê hevdîtinê, pirsên derheqa rojeva hevkarîya dualî, hatine gotûbêjkirinê û derheqa dînamîka pêşkeftina pêwandîya û asta dîyaloga sîyasî hatîye dîyarkirinê. Xeberdan derheqa sîstêmên ênêrgêtîkî, êkonomîkî û govekên mayînda çûye.
Wextê hevdîtinê, pirsên derheqa ewlehkarî û qewînbûna li Qafqasîya Başûr hatîye gotûbêjkirinê. Mîrzoyanê wezîr nava wê hemtêkstêda tabîya Îranê, ya hindava bernama hukumata Ermenîstanê, ya bi navê “Xaçerêya aşîtîyê” bilind qîmet kirîye.