H’emû nûçeSereke
Armên Grîgoryan û Markûs Rîtêr derheqa birîyara Şêwira Avropayêda xeberdane, ya derheqa zêdekirina dîtindarên Yekîtîya Avropayêye li Ermenîstanê

Sêkrêtarê şêwira Ermenîstanêye ewlehkarîyê Armên Grîgoryan serokê mîsîya dîtindarîyê, ya Yekîtîya Avropayêye li Ermenîstanê Markûs Rîtêr qebûl kirîye.
“Wextê hevdîtinê, pirsên derheqa şuxulkarîya mîsîya sîvîl, ya Yekîtîya Avropayêye li Ermenîstanê hatine gotûbêjkirinê û derheqa birîyara Şêwira Avropayêda xeberdan çûye,bi kîjanê hatibû birîyarkirinê ku gerekê teşkîla mîsîyayê bidine zêdekirinê.
Beşdarên hevdîtinê dane dîyarkirinê,wekî cîhwarkirina mîsîya sîvîl rola xweye girîng, ya bona qewînbûn û ewlehkarîya li herêmê dide kifşê”,- ji ofîsa sêkrêtarê ewlehkarîyê elam kirine.







