Bona ewên ku herêmê nas dikin, gotina wezîrê Tirkîyayêyî parastinê gelekî zelale:Vardan Voskanyan
Serokê komîsîya pirsên parastinê û ewlehkarîyê, ya parlamênta Tirkîyayê, wezîrê parastinêyî berê Hûlûsî Akar wextê seredana xweye li Bekûyê gef li Ermenîstanê xwerine. Ewî gotîye wekî giva hinek welat dixwezin Ermenîstanê werguhêzî welatê wa gotî spûtnîk bikin, heger Yêrêvan bi wê rêyê here, wî çaxî encamên giran wê hebin. Derheqa wê yekêda Vardan Voskanyanê îranzan gotîye.
Bi gotina wî, ewên ku herêmê baş nas dikin, bona wan ev gotin zelale, çimkî bi wê gotinê ewî derheqa Îranêda xwestîye bêje.
“Li ber çevaye,wekî pêwandîyên ermenîya-îranîyaye bi hezara sala rihetîyê nadine ne Bekûyê, ne jî admînîstrasîya Êrdogan.
Çawa ku mesela farisî dibêje: “Yê bêbawar derheqa hemûyada bi cûrê xwe difikire”. Bona Tirkîyayê Adirbêcan hema welatekî wî cûreyîye û ji sala 1918 a da ew welat çê bûye, ji wî çaxîda cêribandin tê kirinê, li ser pêwandîyên ermenîya-îranîya hukumkin û nehêlin ku ew kûr bibin”,- ewî nivîsîye.