H’emû nûçeSereke
Roja îroyîn nava weşanên têlêvîzîyonêda bawar bikî serecemên rûsî tunene: 6-7 sal pêşda 70-80 selef rûsî bû: Tîgran Hakobyan

Sala derbazbûyî em bûne endama platforma organên welatên behra Navîn. Em welatekî tek-tenêne wekî sînorên me tevî wê behrê tune, lê em endama wê platformêne.Derheqa wê yekêda serokê komîsîya têlêvîzîyonê û radyoyê, Tîgran Hakobyan gotîye.
“Em ne tenê bûne endama platformê, lê Ermenîstan çawa cîgira seroka wê platformê hate hilbijartinê û cotmeha sala îsalinda civîna wê sîstêmê wê li Ermenîstanê pêk bê”,- ewî gotîye.
Hakobyan daye dîyarkirinê,wekî weşana bernamên ermenî zêde bûne.Ewî daye dîyarkirinê,wekî niha bernamên bi serecemên rûsî bawar bikî tunene, lê 6-7 sal pêşda ew yek hebû.







