
Serokê komîsîya Sênata Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî, ya pêwandîyên der, Bên Kardî bangî desthilatdarîya Adirbêcanê kirîye ku terka binçevkirinên wekîlên opozîsîyayê bide.
“Êrîşên ser rojnamevana, girtinên opozîsîyonêraye neqanûnî stratêjîya dijî dêmokratîyayêye.Bekû gerekê girtîyên sîyasî aza berde û terka binçevkirinên wan bide ku ew bibe beşeke civaka navneteweyî”,-Kardînê sênator X ê da nivîsîye.
Em bêjin,wekî ji mijdara sala 2023 a da desthilatdarîya Adirbêcanê pêleke nû dijî rojnamevan û opozîsîyayê, sîyasetmedara, destpê kirîye.
Ji wana yek jî Arzû Seyadoglûyê aktîvîst desthilatdarîya Adirbêcanê rexne kirîye û bangî welatîya kirîye ku ew derkevine meşên dijî hukumatê.







