H’emû nûçeSereke

Ermenîstsanê birîyar kirîye hejmara leşkerên xwe, yên nava aşîtîparêzên NATO ê, yên li Kosovoyê bi 50 î merivîva zêdeke: Kolomîna

Em ji pêwandîyên tevî Ermenîstanê gelekî razîne.Derheqa wê yekêda wekîlê sêkrêtarê NATO ê yî li Qafqasîya Başûr û Asîya Navîn, Xavîêr Kolomîna li Bryûsêlê gotîye miqaledarê “Armênprêss” ê.

“Nava çend salên dawîda, Ermenîstanê birîyar kirîye bi sîyasî û bi praktîkî hevkarîya NATO ê bide aktîvkirinê.

Yêrêvanê birîyar kirîye bi 50 î merivîva hejmara aşîtîparêzên xweye li Kosovoyê bide zêdekirinê. Piştî şerê sala 2020 î hevkarî tê bêjî sar bibû, lê niha tê bêjî ew cûrekî mayîne. Ez hatime ser wê fikirê wekî ermenî amadene hevkarîyê bidine zêdekirinê û emê nava wê pirsêda piştgirîyê bidine Ermenîstanê”,- ewî gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button