Heger Adirbêcan agrêsîyayê destpêke û heger Tirkîya beşdarî wê yekêbe, ez bawarim wekî bersiva NATO ê wê cûrekî mayînbe: Kolomîna

Tirkîya zane,wekî em piştgirîyê didine normalbûna pêwandîyên di navbera Ermenîstanê û Tirkîyayê.Bi fikira min, Tirkîya amadeye nava wê pirsêda pêşda here.Derheqa wê yekêda li Bryûsêlê wekîlê NATO ê yî li Qafqasîya Başûr û Asîya Navîn, Xavîêr Kolomîna gotîye “Armênprêss” ê.
Bona me Tirkîya tifaqdara gelekî girînge.Hûn zanin wekî ew tifaqdara tek-tenêye, sînorên kîjanê li herêmê hene.Me gelekî zelal tevî Tirkîyayê qise kirîye û em usa jî derheqa xaçerêyada dibêjin.Tirkîya zane wekî em piştgirîyê didine normalbûna pêwandîyên Ermenîstanê û Tirkîyayê.Bi fikira min, Tirkîya amadeye nava wê pirsêda pêşda here”,- ewî gotîye.
Çawa bersiva wê pirsê, ku heger Adirbêcan agrêsîya nû dijî Ermenîstanê destpêke û Tirkîya jî beşdarî wê yekê bibe, gelo bersiva NATO ê wê çi cûreyîbe, Kolomîna gotîye: “Ez dikarim bêjim,wekî em herdu prînsîpava girêdayîne: serbixwetî û yekîtîya axê.Em her dem zelal bûne û ew yek bona me gelekî girînge. Sê sal pêşda hal cûrekî mayîn bû.Bi fikira min, heger niha tiştekî usa bibe, bersiva NATO ê wê cûrekî mayînbe”.







