H’emû nûçeSereke
Heykelê “Anahîta bedew” wê li Yêrêvanê bê nîşandayînê

Bi saya peymana ku di navbera mûzêya neteweyî ya dîroka Ermenîstanê û mûzêya Brîtanyayê de hatîye destanînê, îlona sala 2024 a heykelê “Anahîta bedew” ku li mûzaya Brîtanyayê tê parastin, wê cara ewiln li Yêrêvanê bê nîşandayînê, ji komîtêya tûrîzmê ragîhandine.
Em bidine kifşê ku li gorî rêfêransa ku di malpera fermî ya mûzêya Brîtanyayê de hatîye weşandin, serê Anahîta bedewe tûnc sala 1872 a li bajarê Sadakê, ku dikeve bakûr- rojhilatê Tirkîya îroyîn, hatîye dîtin. Serê Anahîta bedew cîguhastî Konstandînopolsê û paşê jî Îtalyayê kirine, li ku Alêksandro Kastêlanî kirye, kîjanî paşê serê Anahîtêyî tûnc cîguhastî mûzexaneya Brîtanyayê kirîye.







