H’emû nûçeSereke

Wextê seredana li Bekûê ezê bipirsim ku bona çi ew naxwezin helkirina bibînin, yên ku wê usa jî ji alîyê Ermenîstanêda bêne  qedirgirtinê:Adamova

Tu cara meriv gerekê teslîm nebe û gerekê wana berbi  wan axaftina bibin, kîjan gelekî girîngin. Derheqa wê yekêda seroka parlamênta Çêxîyayê Markêta Adamovayê wextê prêss-konfêransa tevayî, ya tevî serokê parlamênta Ermenîstanê Alên Sîmonyan, gotîye.

“Wextê seredana li Bekûyê ezê ese van pirsa bilindkim, ku bona çi ew naxwezin helkirina bibînin, kîjan wê usa jî li alîyê wekîlên Ermenîstanêda bêne qedirgirtinê. Vê yekê gerekê em bikin.

Bêguman, em gerekê hemû mecalên xwe bidine xebatê, bona ku bikaribin li ser hemû wekîlên Adirbêcanê hukumkin ku ew beşdarbûna nava hevraxebernada berdewam bikin”,- ewê gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button