Ji 95 a hetanî 97 selefên pêwandîyên Ermenîstanêye goveka parastinê berê tevî Rûsîyayê bûn, lê niha nikare usa bibe: Paşînyan

Hukumata Ermenîstanê têra dibîne,wekî îsal rojeva werguhastinên nava hêzên sîlihkirîda wê ser hevda bê.Derheqa wê yekêda, serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan wextê hevpeyvîna tevî radyoya Ermenîstanêye Civakî gotîye.
Çawa bersiva wê pirsê ku ew yek çiva girêdayîye, wekî hetanî niha rojeva rêformên girêdayî hêzên Ermenîstanêva tune, bi hesabhildana wê yekê,wekî çileya sala 2022 a ew proje gerekê amadebûya, serokwezîr gotîye: “Sala 2022 a ew rojev amade bû, lê zivstana sala 2022 a bûyarên usa qewimîn, kîjana dane zelalkirinê, wekî em bi wê rojevê nikarin pêşda herin.Niha gerekê rojev hebe, lê gerekê fem bikin wekî mîyaserkirina rojevê bi çiqasîva nêzîkî aqilaye, nava wêda usa jî pirsên derheqa hevkarîya leşkerî-têknîkîda.Em gerekê fem bikin ku em dikarin tevî kê nava wê govekêda nava hevkarîyêdabin”.
“Berê, 95-97 selefê pêwandîyên goveka parastinê tevî Rûsîyayê bû, lê niha usa nikare bibe, çimkî menîyên obyêktîv û sûbyêktîv hene.Niha gerekê femdarîbe,wekî em nava pêwandîyên çi cûreyîdanin, mesele, tevî Hindistanê”,- serokwezîr gotîye.
Serokwezîr usa jî ew yek girîng hesab kirîye,wekî pêwandîyên ewlehkarîyê wê tevî Îranê, Gurcistanê, Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî hebin û ewê çi cûreyîbin.Ewî bersiva wan pirsa jî daye ku pêwandîyên çi cûreyî wê tevî kîjan welatî çawabin û çi wê bê guhartinê, yan neyê guhartinê.
“Li vir pirs ewe, wekî rojev çawa dêklarasîya îdî hatîye elamkirinê û ew rojev wê gorî pevketina bê mîyaserkirinê”,- serokwezîr gotîye.
Paşînyan daye dîyarkirinê,wekî hukumatê gotîye û niha jî berbi artêşa profêsîyonal diçe.







