SerekeSîyasî

Ji bo 103 kesên ku di êrişên xwekujî yên 1 ê sibata sala 2004 a de şehîd bûbûn, li Hewlêrê merasîmeke bîranînê hat lidarxistin

1 ê sibata  sala 2004 a ku  20 sal di ser re derbas dibin, du kesan merasîmên cejinê yên li Şaxa 2yê ya Partîya Kurdistanêye Dêmokratîkyê û malbenda 3yê ya Yekîtîya Niştîmanên Kurdistanêyê yên li bajarê Hewlêrê kirin armanc û xwe di nava xelkê de teqandin.

Di herdu teqînan de 103 kes şehîd ketin û 246 kes jî birîndar bûn.

Di salvegera 20 emîn ya komkujîyê de, li parka Samî Ebdulrehmana Hewlêrê li ber “Bîrgeha Şehîdên 1 ê sibatê” merasîmeke bîranînê hat lidarxistin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî, nûnerê serokatîya Herêma Kurdistanê Dilşad Şehab, berpirsên hukumet û partîyan û malbatên şehîdan beşdarî merasîmê bûn.

Merasîm ji bo bîranîna şehîdan bi deqeyekê rêzgirtinê dest pê kir.

Li ser navê Partîya Dêmokata Kurdistanê (PDK) û Yekîtîya Niştîmanîya Kurdistanê (YNK) çeleng danîn ber bîrgeha şehîdan.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button