Li nêzîkî dêra Gêvorgê Zyaretî ya li Noragavîtê parçeyek ji nivîsara bi tîpên ûrartûyî hatîye dîtin. Rêvebirê mûzêya Êrêbûnîyê Mîkayêl Badalyan li ser rûpela xwe ya Facebook ê nivîsîye û wêneyek jî belav kirîye.
“Nivîsara perçebûyî ya ku ji nivîsê maye behsa xwedê Xaldî dike û xuya ye ku behsa derîyê Keldanî û qurbanîyeke zindî ji Xaldî re dike”,- ewî nivîsîye.