
Gorî ajansa nûçeyan, ya Rûdawê, wêstgehên Rojavayê Kurdistanê ji ber êrîşên Tirkîyayê ji kar ketine û di encamê de herî kêm 5 mîlyon welatî bê av, êlêktrîk û gaz mane.
Herwiha ev êrîş bûn sedem ku gelek welatîyên Rojavayê Kurdistanê bê kar bimînin.
Navçeyên Rojavayê Kurdistanê û bakûrê rojhilatê Sûrîyayê demeke dirêje rastî topbaran û bombebaranên artêşa Tirkîyayê dibin.
Di encamê de, zîyaneke mezin gihîşte jêrxaneyên xizmetgûzarîyê yên wan navçeyan.
Li gorî rêveberîya xweser, di navbera 13 û 15 ê kanûna sala 2024 an de, balafirên şer yên Tirkîyayê hemû pêgehên ênêrjîyê yên Rojavayê Kurdistanê kirine armanc.
Di encamê de hemû sêntral û sazîyên xizmetgûzarîyê yên bajar û bajarokan ji sedî sed ji kar ketine.
Herî kêm 5 mîlyon kes bê av, êlektrîk û gaz mane.
Tê texmînkirin ku zîyana madî jî zêdetirî yek mîlyard dolarî ye.







