H’emû nûçeSereke

Kirînên komplêksên  senaya leşkerî  ji îdarên Ermenîstanê 20 carî zêde bûne: wezîr

Nava du salên dawîda kirînên komplêksên senaya lekşerî, yên ji kompanîyayên cîh, 20 carî zêde bûne.Wezîrê Ermenîstanêyî parastinê Sûrên Papîkyan wextê hevpeyvîna tevî têlêvîzîyona Civakî, derbarê wê yekêda gotîye.

“Me pirs danîye pêşîya xwe ku çiqasî dikarin zêde sîliha li Ermenîstanê çê bikin û wan sîliha jî hema ji kompanîyayên cîh bikirin”,-ewî gotîye.

Papîkyan serda zêde kirîye wekî xebatên înjênêrîyêye întênsîv sala 2023 a jî hatine kirinê û piranîya pirsgirêka hatîye helkirinê.

“Emê bicedînin wan pirsgirêka rastkin. Gilî ne tenê derheqa tabîyadane, lê usa jî derheqa rîya û sîstêmên parastinêdane”,-wezîr gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button