H’emû nûçeSereke

Nava destanîna sîlihada me bi dereca welatên mezin û dost hevkarên nû dest anîne: Papîkyan

Piştî bûyarên îlona sala 2022 a, bona me zelal bû, wekî li ber me sûk û mecal tên girtinê. Bi wê yekêva tevayî hêzên ermenî nikaribûn cîda bisekinin û me pirs danî pêşîya xwe ku dîvêrsîfîkasîya kirîna sîliha bidine çareserkirinê.Derheqa wê yekêda wezîrê Ermenîstanêyî parastinê Sûrên Papîkyan gotîye.

“Vî alîda cem me pêşkeftin heye.Pêvajo û peymanên niha wê dereca  sîlihkirina artêşa  me  bidine guhartinê. Tevî destanîna sîliha usa jî amadekirina kadroya têra tê dîtinê,çimkî sîlihên nû zanebûna zimana dixwezin û artêşa me bi wê rêyê diçe.Nava vê pêvajoyêda me hevkarên nû nava dewletên mezin û dostda dest anîne.Gilî derheqa Fransîyayê û Hindistanêdane û usa jî hevkarên mayîndane, derheqa kîjanada ez naxwezim bêjim”,- ewî gotîye. Papîkyan serda zêde kirîye,wekî bona Ermenîstanê amadekirina kadroya û pêkanîna telîma jî girînge

Zêdetir nîşan bide
Back to top button