H’emû nûçeSereke
Xebatkarên hîva Sor ya Adirbêcanê li cem wan ermenîya qesidîne, yên ku li Qerebaxê mane

Xebatkarên hîva Sor ya Adirbêcanê li cem wan ermenîya qesidîne, yên ku li Qerebaxê mane, bona ku wa gotî “hewcetîyên wan qîmetkin”.
Gorî elametîya fermî, seredan destpêka hevtêda pêk hatîye û xebatkarên organîzeyê “nasîya xwe dane qewilên welatîya û derheqa zelalkirina hewcetîyên binelîya lêpirsîn derbaz kirine”.
Piştî agrêsîya Adirbêcanêye dijî Qerebaxê, ya 19-20 ê îlona sala 2023 a, 105 000 binelîyên Qerebaxê ji wir derketin û hatine Ermenîstanê.Gorî gotina wekîlê Qerebaxêyî mafên mêriv, niha li Qerebaxê nêzîkî 20 merivî mane.







