H’emû nûçeSereke

Girêdayî welatîyê Çêxîvayêva, yê ku sînorê Adirbêcanêra derbaz bibû, lêpirsîn destpê bûye

Çapemenîya Adirbêcanê  melûmetî belav kirîye wekî li ser sînorê tevî Ermenîstanê welatîyê Çêxîyayê hatîye girtinê, yê ku cêribandîye sînorra bi neqanûnî derbazbe.Çapemenîya azêrîya daye dîyarkirinê,wekî welatîyê Çêxîyayê giva “dora axa ermenîye maynkirîra derbaz bûye”.

Hatîye gotinê,wekî ew înformasîya dane konsûlxana Çêxîyayêye li Adirbêcanê.Ji baylozxana Çêxîyayê jî elam kirine,wekî lêpirsîn tê pêkanînê.

Baylozê Çêxîyayêyî li Ermenîstanê Pêtr Pîrûnçîk pêşda gotibû radyoya “Aza” ê, wekî ew yek mîsîya avropîva, ya li Ermenîstanê girêdayî nîne.

Berdevka wezîreta Çêxîyayêye karên der Marîyana Vêrnêrovayê gotîye,wekî menîya girtina welatîyê Çêxîyayê bi neqanûnî derbazbûna sînore.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button