SerekeSîyasî

Vîyan Dexîl: qerebûkirina xelkê Şengalê di karên pêşîyê yên hukumeta Îraqê de nîne

Berdevka firaksîyona PDK yê li parlemana Îraqê Vîyan Dexîl ji K24 ê re ragîhand: “Me bi merema qerebûkirina êzîdîyan gelek li ser doza êzîdîyan kar kirîye, lê ew lijneya ji bo qerebûkirina wan hatîye pêkanîn her carekê bi behaneyekê xwe ji qerebûkirina wan vedidize”.

Berdevka firaksîyona PDK yê li parlamênta Îraqê got: “12 hezar dozên qerebûkirina awareyên êzidî hene lê ji wê hejmarê tenê 20 malbat hatine qerebûkirin”.

Vîyan Dexîl amaje da: “Qezîya Şengalê li sala 2015 a ji bin destê DAIŞê hatîye azadkirin, hindek cîhên dî li sala 2017 a û paştir hatine azadkirin, lê hukumeta Îraqê dest bi qerebûkirina xelkê wan cîhan kirîye û xelkê Şengalê jî piştguh xistiye”.

Tekez jî kir: “Qerebûkirina xelkê Şengalê di karên pêşîyê yên hukumeta Îraqê de nîne, pirsa Şengalê hatîye sîyasîkirin. Hukumeta Îraqê dixwaze rewşa xelkê Şengalê bi wî rengî bimîne û naxwaze wan qerebû bike, ji ber ku dixwaze pirsa Şengalê herdem wekî karteka givaştinê li dijî Herêma Kurdistanê û ezîdîyan bi kar bîne”.

Vîyan Dexîl her dîsa amaje da: “Hukumeta Îraqê û xazima wezîreta koç û koçberan ji bo avedankirina Şengalê ku xelkê wê bikare vegere ser mal û halên xwe rijd nîne”.

Navbirîyê li dawiyê got: “Pêdivî bû hukumeta Îraqê lihevkirina Şengalê bi cîh anîba, ji bo ku agrêşeya pirsa ewlehîyê li wê qezayê hatibû çarekirin, lê heta niha hukumetê xwe ji bicihanîna wê lihevkirinê vedizîye”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button