H’emû nûçeSereke

“Xwedaya dayîk, Meryem ji Anahîtê”: heykelê  Anahîta bedew wê bê Ermenistanê

Xwedawenda dayîkbûnê, dayîka zêrîn Anahît wê bi qasî şeş mehan ji Brîtanyayê bê Ermenîstanê. Mûzêya dîrokê bi mûzêya Brîtanyayê re pakêta belgekirinê amade dike. Serê tûnc û destê çepê yê li vir tê parastin, herdu jî wê bên.

Beşa mûzêya brîtanîye çapemenîyê îzbat dike ku pevketin pêk hatîye.

Heykelê Anahîtêyî bronz li Ermenîstanê tu cara nehatibû nîşandayînê. Em ji malpera mûzêya Brîtanyayê pê dihesin ku ev serê Anahîtê  salên 1870 yî de hatîye dîtin. Li taxa Satala ya Erzurumê. Çend bikirçîyên kevinar ew dest bi dest derbaz kirin, û di dawîyê de  heykelê Anahîtê ji alîyê mûzêya Brîtanyayê ve hat bidestxistin.Em ji malperê pê dihesin, ku Anahît bi berdewamî diçe pêşangehên navneteweyî.

Serokê mûzêya dîrokê Davît Poxosyan dide kifşê ku  xwedawend derbasî pêşangeha taybet ya bi navê “Dayîka bedew, Meryem ji Anahîtê” bê kirin. Li vir ewê tevlî heykelên mîna wê yên li mûzeya dîrokê tên parastin, li mûzexaneyê mînakên taybet yên li ser mijara dayîktîyê hene.Anahîtê tevî wan bê nîşandayînê û wê dûrkeve. Garantîyek wiha ya dewletê di pakêta belgeyan de ji bo veguhastina  heykelê eseîye.

12 sal pêşda komek ciwana daxwaza  heykelê  Anahîtêyî bronz dikirin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button