H’emû nûçeSereke

Bekû şahidan derdixe: dorê Komîtêya Xaçê Sore Navneteweyîye

Mêdyaya Adirbêcanê girtina nûnertîya Komîtêya Xaçê Sor ya Navneteweyî ya Stêpanakertê ragihand.

Di gotara berfireh û bi eşkereyî de hemû sûcdarkirinên li dijî mîsîyona Stêpanakêrtê û tevahîya rêxistinê bi berfirehî têne vegotin.

Derket holê ku “Çalakîyên Komîtêya Navdewletî ya Xaçê Sor hertim bûne sedema hin guman û pirsan”, û “Di encama çalakîyên ne berpirsîyar û neşefaf yên Komîtêya Xaçê Sorî Navneteweyî û Ermenîstanê de, çarenûsa nêzîkî 4000 azêrîya  di dema şerê Qerebaxê de dîl hatine girtin, hê eyan nîne”.

Her wiha, “Komîtêya Xaçê Sorî Navnetweyî yek ji wan rêxistinan bû ku di tevahîya vê demê de hukumeta Adirbêcanê li ber çavan negirt û bi binpêkirina serwerîya welatê me, bi dizî bi cudaxwazên Qerebaxê re hevkarî kir”. Tevî daxwazên berdewam yên alîyê Adirbêcanê, di bin hinceta “nepenîtîyê” de, Komîtêya Xaçê Sorî  Navneteweyî metna peymana vekirina nûnertîyek li Stêpanakêrtê bi Adirbêcanê re neanî ziman, ji ber ku “Komîtêya Xaçê Sorî Navneteweyî bi xwe bawere, bi têza ku rêxistineke serbixwe, bêalî ne, ji vê daxwaza qanûnî ya Adirbêcanê dûr ketine”.

“Di rastîyê de, Komîtêya Xaçê Sorî Navneteweyî tu carî nikare bibe rêxistinek serbixwe. Komîtêya Xaçê Sorî Navneteweyî ne rêxistineke navneteweyî ye jî. Komîtêya Xaçê Sorî Navneteweyî rêxistineke nehukumî ya Swîsrî ye,” nivîskar û sponsorên gotarê bawer dikin, û lê zêde kirin ku “Rastîya ku Komîtêya Xaçê Sorî Navneteweyî ofîsek li Xankendîyê (navê Adirbêcanê yê bajarê Stêpanakêrtê) piştî opêrasîyonên îlonê, xirabîya wê îzbat dike. Ew rêxistin bû cîbicîkarê sîyaseta dijî Adirbêcanê ya Fransîyayê, Amêrîkayê, parlamentoya Avropî û Dewletên A mêrîkayêye Yekbûyî.

Telîmata Komîtêya Xaçê Sorî Navneteweyî hat dayîn ku byûroyê negire û jê re hat gotin ku cudaxwaz dê vegerin Qerebaxê û dîsa çalakîyên neqanûnî bimeşînin û di bin şert û mercên wiha de Komîtêya Xaçê Sorî Navneteweyî dê wekî heya sala 2023 a “xebata” bidomîne. Niha nivîsgeha Xankendî ya li Qerebaxê rola “çev û guhên” Rojava dilîze.

Di encamê de, nivîskarên opûsê digihîjin wê encamê ku “Civaka hîva Sor ya Adirbêcanê dikare bi tevahî hewcedarîya ofîsa Xankendî ya Komîtêya Xaçê Sorî Navneteweyî ji holê rake. Dem hatîye ku ofîsa Komîîtêya Xaçê Sorî Navneteweyî li Xankendîyê  bê girtin. Ofîsa Xankendî ya Komîtêya Xaçê Sorî Navneteweyî bermayek helwestek bêhurmetî ya li hember serwerîya Adirbêcanê ye”.

Ji ber vê yekê li Bakûyê li dijî Komîtêya Xaçê Sorî Navneteweyî kompanyayek dest pê kir. Di dewletek wisa totalîter ya Adirbêcanê de, Komîtêya Xaçê Sorî Navneteweyî hîn jî şahidê bêdeng yê sûcên ku têne kirin. Çûyîna Komîtêya Xaçê Sorî Navneteweyî ji Qerebaxa Çîya dê di dawîyê de destên Bakûyê azad bike, ji niha û pê de, tu sûcek li dijî beşeke piçûk ya nifûsa ermenî ya ku hîn li Arsaxê maye, dê wekî sûc neyê hesibandin, û yên ku dixwazin vegerin navenda xwe dê xwedî berî ku gavek wiha bavêje hezar carî zêdetir bifikire.

Çend sal berê rayedarên Adirbêcanê ofîsa Organîzeya Hevkarî û Ewlehkarîya Avropayê  ji welêt derxistin, piştî ku Organîzeya Hevkarî û Ewlehkarîya Avropayê mecbûr kirin ku bi “lihevhatin” ê ofîsê ji Yêrêvanê derxîne. Ne nişkêvaye ku Adirbêycanê hewl da ku têkilîyên bi sazîyên Avropî re xirab bike, bi kevirekî du cûckan kuştin, îmkana çavdêrîya hilbijartinan ji wan bêpar hiştin û wek ku Bakû berîya niha jî ragihandibû, guh neda biryarên dadgeha mafên mirovan ya Avropayê. Meyla çalakîyan bi zelalî nîşan dide ku Bakû hemû şahîdên muhtemel yên polîtîkaya sûc ya ku li dijî ermenîyan berdewam dike, ji holê radike.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button