H’emû nûçeSereke

Em piştgirîyê didine projeya ku Paşînyan pêşnîyar kirîye, ya bi navê “Xaçerêya aşîtîyê”: baylozê Îranê

Em silav dikin û piştgirîyê didine projeya ku Paşînyan pêşnîyar kirîye, ya bi navê “Xaçerêya aşîtîyê”. Derheqa wê yekêda baylozê Îranêyî li Ermenîstanê, Mehdî Sobhanî gotîye rojnamevana.

Ewî bi razîbûn daye dîyarkirinê,wekî ew proje li ser bingeha qedirgirtina prînsîpa yekîtîya axa welata û serbixwetîya wan hatîye amadekirinê.

Bi gotina wî, Îran tabîya Ermenîstanê çawa ya nêzîkî aqila û ya anegorî normên navneteweyî hesab dike.

“Em vekirina rîya silav dikin, heger ew yek gorî berjewandîyên welatên herêmê û nava çarçoveya serbixwetîya wanda bê kirinê”,-bayloz wekilandîye.

Ewî usa jî elam kirîye,wekî Îranê li ser platformên navneteweyî piştgirîyê bide Ermenîstanê.

“Ermenîstanê  bona endamtîya Îranê, ya nava Yekîtîya Avrasîyayêye Êkonomîkîda, piştgirî daye.Wê yekê îzin daye ku zivira eşîyaye di navbera herdu welatada çend cara bidine zêdekirinê”,-Mehdî Sobhanî gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button