H’emû nûçeSereke

Îran piştgira qewatbûnêye: bayloz derheqa cîguhastina sîlihên hindîda

Em piştgira  qewatbûna Ermenîstanêne.Derheqa wê yekêda baylozê Îranêyî li Ermenîstanê Mehdî Sobhanî gotîye rojnamevana, dema ku ewî bersiva  pirsa  derbarê cîguhastina sîlihên hindîda, yên bona Ermenîstanê,yên tranzît, xeberdaye. 

Ewî daye dîyarkirinê,wekî balansa qewata wê alî aşîtî û ewlehkarîya herêmê bike.

“Em amadene piştgirîyê bidine Ermenîstanê, bi saya kîjanê emê piştgirîyê bidine aşîtî û ewlehkarîya li herêmê”,- bayloz gotîye.

Çawa bersiva wê pirsê, ku gelo Îran dewsa rola tranzîtê dixweze bighîje amadebûna leşkerî, ya li Ermentstanê, ewî gotîye,wekî ewê bersiva xeberdanên wî cûreyî nede.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button